Şerê li nav bajarê Qamişlo didome

Li taxa Tey a bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şer îşev jî berdewam e.

Qamişlo (K24) – Li taxa Tey a bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şer îşev jî berdewam e.

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih ji bajarê Qamişlo ragihand ku şerê di navbera hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê îşev jî didome.

Peyamnêrê me eşkere kir ku heta niha di encama şer û pevçûnan de du welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û hejmarek birîndarên sivîl jî hene.

Îro, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna hêzên Berevaniya Niştimanî, agirbest ragihandibû û ew agirbest heta dema nîvro bû.

Peyamnêrê me diyar kir, li gor xalake agirbestê her hêzek li kû be, dê xala xwe li wir deyne, lê dema hêzên Asayişê xala xwe li taxa Tey datanîn, endamên Berevaniya Niştimanî êrîşî wan kiribûn û endamekî Asayişê birîndar bû û careke din şer dest pê kiribû.

Şeva 20ê vê mehê çekdarên Berevaniya Niştimanî êrîşî rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wihdê ya li nêzî taxa Tey kiribû û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kuştin. Piştre şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.