Serokwezîr: Divê em hemû li hember qeyrana guherîna keş û hewayê bixebitin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê Roja Dinyayê de peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê Roja Dinyayê de peyamek belav kir û ragihand ku divê em hemû bi hev re li hember qeyrana guherîna keş û hewayê bixebitin.
Îro 22ê Nîsanê, Roja Dinyayê ye û di vê rojê de welatên cîhanê bi çalakiyên cûr bi cûr pêşwazî li vê rojê dikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Dinyayê, li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdyoyek derbarê jîngehpariya Kurdistanê belav kir û ragihand: “Ez bi vî karê Rojîn û hevalên wê ku ji bo jîngeha xwe dikin, serbilind im. Divê em hemû bi hev re li hember qeyrana guherîna keş û hewayê bixebitin.”
I’m proud of the work Rojin and her friends do to keep their city clean. We must all act together to tackle the accelerating climate crisis. #EarthDay pic.twitter.com/NgkSdksFkN
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) April 22, 2021
Di vîdyoyê de keçeke jîngedost a bi navê Rojîn, ligel hevalên xwe bal dikşînin ser girîngiya parastina jîngehê.
Rojîn diyar dike ku ew û hevalên wê rojane difikirîn ku ew çawa dikarin guhertinekê pêk bînin û biryar dane ku guhertina herî sereke jîngeh e.
Rojîn eşkere dike ku wan dest bi çalakiyekê kirine ku plastîkan kêm bi kar bînin û hişyariya kêm bikaranîna plastîkan li nav xelkê belav bikin.
Bûye salekê, ew û hevalên wê, vê çalakiya xwe didomînin.