Li Qamişlo şêxekî Ereb hat kuştin

Şêxekî eşîra Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî ku beşdarî civîna rawestandina êrîşên çekdarên Berevaniya Niştimanî li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, hat kuştin.

Şêxê Eşîra Benî Seba Hayis El-Ciriyan
Şêxê Eşîra Benî Seba Hayis El-Ciriyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêxekî eşîra Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî ku beşdarî civîna rawestandina êrîşên çekdarên Berevaniya Niştimanî (El-Dîfaa El-Wetenî) li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, yek ji rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî civîna bi çekdarên Berevaniya Niştimanî re yên girêdayî hikûmeta Şamê, hat armanckirin.

Civîn bi armanca rawestandina êrişên çekdarên Berevaniya Niştimanî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlên li Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Her wiha hat bibîrxistin ku Hayis El-Ciriyan li pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê bi 3 guleyan hat armanckirin ku di bin kontrola çekdarên Berevaniya Niştimanî de bû.

Tevî ku El-Ciriyan rakirin nexweşxaneyê û hemû hewldanan bijîşkan, di berbanga îro de jiyana xwe ji dest da.