Li Herêma Kurdistanê 952 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 952 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 952 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 952 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 199 kes li Hewlêrê, 304 kes li Silêmaniyê, 389 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 7 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes jî li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 791 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 119 kes li Hewlêrê, 327 kes li Silêmaniyê, 259 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 20 kes jî li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 144675
Mirin: 3932
Başbûn: 121164
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.