Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re pêwendiyeke telefonî encam da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23.4.2021 pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ve pê gihîştiyê.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23.4.2021 pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ve pê gihîştiyê.
Di vê pêwendiyê de guftûgo li ser çend pirsên cihê girîngiya her du aliyan hat kirin. Derbarê pêşhatên rewşa asayişa navçeyê de, her du aliyan bi tundî êrîşên bi roketan û êrîşa bi firokeyên bêfirokvan ên li dijî Herêma Kurdistanê û binkeyên Iraqê û hêzên Hevpeymanên Navdewletî şermezar kirin.
Her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya yekrêziya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û her wiha pêwîstîbûna bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê û girîngiya berdewambûna piştgîriya hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Îraqê di şerê dijî DAIŞê de.
Pesendkirina yasaya budceya giştî ya federal û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijareke din a guftûgoyên di navbera Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Amerîkayê bû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaja bi karnameya çaksaziya Hikûmetê kir bi arasteya zêdekirina dahatê bi riya encamdana rêxistinkirina darayî ya giştî û daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîka jî kir ku di warên teknîkî û handana sermayadarên Amerîkî li Herêma Kurdistanê û di bi taybetî jî di warên bankî û weberhênanê de piştgîriya Hikûmeta Herêmê bike.
Di pêwendiya telefonî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken pêşwazî li derxistina yasaya budceya giştî ya federalî kirin. Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêmê çaverê dike ku Bexda di demeke herî nêz de, heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne. Herwiha tekezî li pabendbûna Hikûmeta Herêmê bi wê yasayê kir.
Serokwezîr ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz kir ku rola xwe ya bibandor di alîkarîkirina Hewlêr û Bexdayê de bilîze ji bo cîbicîkirina yasaya budce û çareserkirina kêşe û nakokiyên din ên rawestandî, herwiha ji bo ku Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane, beşa xwe ya ji deynê navdewletî werbigre ku dê ji Iraqê re were dayîn.
Di beşeke din a pêwendiyê de Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Amerîkayê hilbijartinên bê yên Iraqê gotûbêj kirin, herdu aliyan nîgeraniya xwe li hember kom û milîsên ku ji yasayan derketine, nîşan dan, ku kêşe û asteng ji bo hevbeşiya Amerîkayê ya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û encamdana hilbijartineke azad û pak pêk tînin.
Di dawiya pêwendiyê de her du aliyan tekezî li girîngiya cîbicîkirina temamê rêkeftina Şingalê kirin.