Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêmê amade ye hemû hevkariyên pêwîst pêşkêşî birîndarên bûyera Bexdayê bike

Derbarê bûyera şewata nexweşxaneya Bexdayê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji bo pêşkêşkirina her hemû hevkariyên pêwîst radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de hevxemiya derbarê bûyera şewata nexweşxaneya Ibin El-Xetîb a Bexdayê ragihand û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo her hevkariyekê ji birîndaran re ragihand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand, “Bi mixabiniyeke mezin me bûyera diltezîn a şeva borî li nexweşxaneya Ibin El-Xetîb a Bexdayê bihîst ku di encamê de bi dehan kes canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.”

Mesrûr Barzanî got: “Pirse û sersaxiyê li malbat û kesûkarên şehîdan dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedêyê mezin daxwaz dikin giyanê wan bi bihuştê şad bike û bixe ber dilovaniya xwe û hêviya başbûna zû ji birîndaran re dixwazim.

Mesrûr Barzanî tekez kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji bo pêşkêşkirina hemû hevkariyên pêwîst radigihîne, bi taybet pêşwazîkirina li birîndarên bûyerê û her alîkareke din ku pêwîst be.”