Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dan gihîşt 530 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 153 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 11 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên koronayê belav kirin û diyar kir, 153 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 46 kes li Hesekê, 23 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 12 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Girkê Legê, 41 kes li Reqayê, 7 kes li Dêrazorê, 2 kes li Kampa Hokê û 3 kes li Şehbayê ne
Herwiha eşkere kir, 11 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 3 kes li Dêrazorê û 1 kes li Minbicê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 17 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 15329 kesan, ji wan 1555 kes baş bûne û 530 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.