Li Diyarbekirê 11 endamên HDPê hatin binçavkirin
Li Diyarbekirê 11 endam û rêveberên HDPê bi tometa beşdariya çalakiyên neyasayî hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê 11 endam û rêveberên HDPê bi tometa beşdariya çalakiyên neyasayî hatin binçavkirin.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi tometa beşdariya çalakiyên neyasayî, 11 endam û rêveberên HDPê û Komeleyên sivîl û komeleya alîkariya malbatên girtiyan hatin binçavkirin. Lêgerîna li du kesan jî didome.
Kesên hatine binçavkirin, bi beşdariya daxuyaniyên rojnamevanî û merasîmên veşartina termên gerîlayên PKKê û hin çalakiyên din yên neyasayî tên tometbarkirin.
Di lêgerînan de hin pirtûk û govar jî hatin desteserkirin.