Karwaneke din a vaksînê gihişt Herêma Kurdistanê
Rêveberê Xweparastinê yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Serheng Celal ragihand: “Şeva din karwaneke vaksîna cûreya Pfrizer ku 2 hezar 340 derzî ye, gihişt Hewlêrê.”
Hewlêr (K24) – Rêveberê Xweparastinê yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Serheng Celal ragihand: “Şeva din karwaneke vaksîna cûreya Pfrizer ku 2 hezar 340 derzî ye, gihişt Hewlêrê.”
Dr. Serheng Celal ji K24ê re diyar kir: “2 hezar 340 derziyên Pfrizer gihişt Hewlêrê, ku ji wan 1170 ji bo Hewlêrê, 1170 jî ji bo Soran e, sibe bi şev dê li binkeyên lêdana vaksînê berdest bin û kesên navê xwe tomar kirine û name ji wan re hatiye, dikarin ji bo wergirtina vaksînê serdana binkeya ku ji bo wan hatiye diyarkirin, bikin.”
Celal destnîşan kir: “Vaksîn tenê ji bo kesên ku navê xwe tomar kirine û name ji wan re hatiye dê were dayîn.”
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, heta niha li sînorê Hewlêrê 25 hezar kesan vaksîn wergirtine û 55 hezar kes jî formên online ji bo wergirtina vaksînê tomar kirine.