Li Herêma Kurdistanê 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane bi ser 4 hezar kesan ket.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1031 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1031 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 163 kes li Hewlêrê, 322 kes li Silêmaniyê, 476 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê û 62 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 973 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 149140
Mirin: 4005
Başbûn: 125601
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.