Li Rojavayê Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 37 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 37 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 37 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 15 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Minbicê, 1 kes li Şehbayê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 15833 kesan, ji wan 1620 kes baş bûne û 578 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.