Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 369 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 369 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 38 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 277 kes li Duhokê û 9 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 926 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 151257

Mirin: 4032

Başbûn: 128353

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.