Li Tirkiyê 337 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 337 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê da xuyakirin, 28 hezar û 817 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 337 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan.
Bi amarên dawî hejmara pêketiyên Korona li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihişt 4 milyon û 849 hezar û 408 kesan, hejmara kesên canê xwe ji gihîşt 40 hezar û 504 kesan.
Ev di demekê de ye, ji ber zêdebûna haletan li Tirkiye û bakurê Kurdistanê qedexeya derketina kolanan ji şeva 29ê Nîsanê dest pê kiriye û dê heta 17ê Gulanê berdewam bike.