Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 148 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 12 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 12 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 6 kes li tebqayê û 1 kes li Dêrazorê ne.
Herwiha diyar kir, 148 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 18 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 9 kes li Kobaniyê, 31 kes li Reqayê, 61 kes li Tebqayê, 6 kes li Minbicê, 4 kes li Kampa Holê û 1 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 11 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16111 kesan, ji wan 605 kesan jî canê xwe ji dest dane.