Li Tirkiyê 223 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 223 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 44 hezar û 983 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 223 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 44 hezar û 983 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 10 hezar û 174 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 923 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 127 hezar û 548 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 13 hezar û 864 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 961 hezar û 120 kesan.