Li Tirkiyê 9 hezar û 385 kesên din bi Koronayê ketin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 207 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 207 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 45 hezar û 626 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 20ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 9 hezar û 385 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 856 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 160 hezar û 423 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 9 hezar û 271 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 989 hezar û 787 kesan.