Ronaya 11 salî kovarên kurdî li zarokên Qamişlo belav kirin
Rona dibêje, armanc ji belavkirina pirtûkên kurdî ew e, zarok bêhtir guh bidin ziman û çanda kurdî.
Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişlo Rona Egîd zaroka 11 salî, 100 pirtûkên bi zimanê kurdî li zarokên bajarê xwe belav kirin. Rona dibêje, armanc ji vê çalakiya ew e, zarok bêhtir guh bidin ziman û çanda kurdî.
Tevî temenê xwe yê biçûk, Rona 11 salî pirtûkên bi zimanê kurdî di çalakiyekî de li zarokên bajarê Qamişlo belav kirin.
Bi hevkariya çapxaneya Sipîrêz li Duhokê û dezgeha Ronahî ya belavkirinê, Rona karîbû 100 hejmarî ji kovarên Kepir û Mizgîn li zarokên bajarê xwe belav kirin. Herwiha Rona pilanan ji hin projeyên çandî re ji bo pêşerojê amade dike.
Rona Egîd derbarê vê çalakiyê de ji K24ê re got: “Me ev çalakî çêkir û me diyarî dan zarokan. Di çalakiyê pişbirk, mamik û stran jî hebûn. Me diyariya kovarên Mizgîn û Kepir dan zarokan. Hejmarên Kovara Kepir mamoste Mueyed Teyib ji Duhokê şandin Qamişlo ji bo wek diyarî li zarokên Rojava bêne belavkirin û kovara Mizgîn jî ji rojnameya Ronahî ye. Ez bi hêvî me ku zarok bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsînin.”
Piştgiriya mezin ji Rona re, ji aliyê malbata wê ye, bi taybetî ji aliyê bavê wê ve ye, da ku karibe çanda xwendinê di nav zarokan de biçîne.
Ji bo her zarokekî piştgiriya malbatê giring e da ku karibe hin bi hin gavên rast bo pêşeroja xwe biavêje.
Malbatên zarokên beşdarî çalakiyê bûne jî, giringiyeke mezin ji çalakiyên weha re dibînin, bi taybet ku piraniya zarokan bi pêşketina têkolojiya re jiyaneke girtî li ber ekranên telefonan derbas dikin û ji çanda xwendinê dûr dikevin.
Seredana kampên koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji bo belavkirina pirtûkên zarokan û damezrandina çapxaneyeke taybet ji bo çapkirina pirtûkên zarokan bi her sê zimanên kurdî, erebî û îngilîzî, pilanên Rona ne û li ser wan kar dike da ku di nêzîktir dem de wan pêk bîne.