Li Tirkiyê 178 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 178 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 178 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 46 hezar û 446 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 7 hezar û 523 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 702 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 194 hezar û 10 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 10 hezar û 3 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 34 hezar û 316 kesan.