Li Tirkiyê 137 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane jî gihîşt 46 hezar û 970 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber vîrûsa koronayê 137 kesan canê xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê canê xwe ji dest dane, gihişt 46 hezar û 970 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 29ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kirin.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 7 hezar û 656 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 605 kes nexweş ketine.

Bi vî awayî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihiştiye 5 milyon û 235 hezar û 978 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî gihîşt 46 hezar û 970 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 11 hezar û 180 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 94 hezar û 279 kesan.