Li Tirkiyê 122 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 122 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 122 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 47 hezar û 527 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 31ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 493 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 596 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 249 hezar û 404 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 9 hezar û 582 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 114 hezar û 624 kesan.