Li Tirkiyê 94 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 94 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 94 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 47 hezar û 976 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 169 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 552 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 276 hezar û 468 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 7 hezar û 617 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 147 hezar û 610 kesan.