Li Tirkiyê 86 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 86 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 86 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 48 hezar û 341 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 609 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 557 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 300 hezar û 236 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 836 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 173 hezar û 186 kesan.