Li cîhanê nêzîkî 177 milyon kes bi Koronayê ketine

Hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane jî gihiştiye 3 milyon û 810 hezar kesan.

Hewlêr (K24) – Li cîhanê pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) nêzîkî 177 milyon kes bûye, ev di demekê de ye ku rêkarên rûbirûbûna Koronayê berdewam e û heta niha nêzîkî 2.3 milyar kesan jî li cîhanê vaksîna Koronayê wergirtine.

Li gor amaran, hejmara pêketiyên Koronayê li cîhanê gihiştiye 176 milyon û 415 hezar kesan, herwiha hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane jî gihiştiye 3 milyon û 810 hezar kesan.

Herwiha li gor amaran, hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê li Amerîkayê hatiye tomarkirin, piştî wê jî Hindistan di pileya duyem de ye.

Derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê de jî, heta niha hejmara pêketiyan nêzîkî milyonekû 251 hezar bûye, 16 hezar û 690 kes jî bi vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.