Li Tirkiyê 84 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 84 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 48 hezar û 879 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 15ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 955 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 532 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 342 hezar û 28 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 4 hezar û 186 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 211 hezar û 22 kesan.