Li Rojavayê Kurdistanê 24 kes bi Koronayê ketin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa koronayê belav kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 24 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa koronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 24 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 3 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 3 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê, 4 kes li Dêrezorê, 1 kes li Minbicê, 4 kes li Şehbayê û 1 kes li Kampa Holê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser diyar kir, 5 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18308 kesan, ji wan 1851 kes baş bûne û 759 kesan jî canê xwe ji dest dane.