Li Tirkiyê 5 hezar û 575 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 59 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 59 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 49 hezar û 71 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 575 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 497 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 359 hezar û 728 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 4 hezar û 427 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 224 hezar û 224 kesan.