Li Rojavayê Kurdistanê 54 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 14 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Kobanî, 9 kes li Reqayê, 4 kes li Tebqayê, 1 kes li Dêrezorê, 7 kes li Kampa Holê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18366 kesan, ji wan 1854 kes baş bûne û 761 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.