Amarên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 30 kes bi Koronayê ketine, ji wan 4 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 2 kes li Kobanê, 7 kes li Reqayê, 5 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê û 2 kes li Kampa Holê ne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand jî, 4 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18396 kesan, ji wan 1858 kes baş bûne û 761 kesan jî canê xwe ji dest dane.