Li Tirkiyê 6 hezar û 143 kesên din bi Koronayê ketin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 49 hezar û 293 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 22ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 143 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 565 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 381 hezar û 736 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 214 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 242 hezar û 945 kesan.