Li Rojavayê Kurdistanê 39 kes bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 39 kes bi Koronayê ketine, ji wan 8 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbasiyê, 3 kes li Kobanê, 10 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê, 1 kes li Şehbayê û 1 kes li Kampa Holê ne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand jî, 3 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18435 kesan, ji wan 1861 kes baş bûne û 761 kesan jî canê xwe ji dest dane.