Li Tirkiyê 5 hezar û 809 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 49 hezar û 358 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 23yê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 809 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 550 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 387 hezar û 545 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 917 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 248 hezar û 862 kesan.