Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 25 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 25 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 25 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 5 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 4 kes li Kobanî, 5 kes li Reqayê, 3 kes li Tebqayê, 4 kes li Minbicê, 1 kes li Kampa Holê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18460 kesan, ji wan 1864 kes baş bûne û 765 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.