Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 6 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Reqayê û 1 kes li Kampa Holê ye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18390 kesan, ji wan 1865 kes baş bûne û 763 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.