Li Herêma Kurdistanê 652 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 652 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 652 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 652 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 162 kes li Hewlêrê, 192 kes li Silêmaniyê, 247 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê û 42 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 572 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 109 kes li Hewlêrê, 210 kes li Silêmaniyê, 211 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 33 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 183993
Mirin: 4471
Başbûn: 173141
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.