Li Rojavayê Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 20 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 20 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 20 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 5 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 1 kes li Kobanî, 2 kes li Reqayê 1 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê û 3 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18510 kesan, ji wan 1869 kes baş bûne û 763 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.