Li Tirkiyê 45 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 49 hezar û 732 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 30ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 496 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 522 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 425 hezar û 652 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 7 hezar û 191 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 294 hezar û 285 kesan.