Biden: Gelê Kubayê bi wêrekî daxwaza mafên xwe dike
Serokê Amerîkayê Joe Biden ser protestoyên li Kubayê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ser protestoyên li Kubayê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Joe Biden di daxuyaniyê de diyar kir ku gelê Kubayê “bi wêrekî” mafên bingehîn dixwaze.
Biden diyar kir ku gelê Kuba li dijî “zextên rejîma otorîter” bo azadî û rizgarî rabûyê ew jî ligel wan in.
Serokê Amerîkayê da zanîn ku divê rejîma Kuba li hember mafên protestoyên aştiyane bi rêzdarî tevbigere. Biden bang li karbidestên Kuba kir ku guh bide gel û bo pêdîviyan xizmetê bike.
Serokomarê Kuba Miguel Diaz Canel jiber protestoyan Amerîka tawanbar kiribû.
Diaz Canel gotibû ku Amerîka hewl dide zirarê bide îstiqrara welêt û bang li alîgirên xwe kiribû ku “berevaniya şoreşê” bikin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku ji protestoyên roja Yekşemê vir ve bi kêmî ve 100 xwenîşander, bizavkar û rojnamevanên serbixwe hatine desteserkirin.