Li Tirkiyê amareke bilind a pêketiyên Koronayê hat tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 58 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 19ê Tîrmehê yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kirin.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 12 hezar û 381 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 383 kes baş bûne.
Bi vî awayî hejmara kesên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîşt 5.587 milyon kesî û 50 hezar û 879 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gor amaran, Tirkiye bi hejmara pêketiyên Koronayê li seranserî cîhanê di rêzbendiya 7em de û bi hejmara mirinan jî di rêzbendiya 19em de tê.