Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Koronayê bilind dibe

Wezîrê Tendirustiyê jî dibêje, sedemê bilindbûnê sistkirina bergiriyan û pabendnebûna bi rênimayan e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Koronayê bilind dibe, Wezîrê Tendirustiyê jî dibêje, sedemê bilindbûnê sistkirina bergiriyan û pabendnebûna bi rênimayan e.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, hejmara pêketiyên Korona ku daketibû şeş hezar kesan, careke din ji bo 12 hezar kesan derbas bûye.

Fexredîn Koca got, hatiye jibîrkirin ku hê petaya Korona didome û bang li wergirtina vaksîn û pabendbûna bi rênimayên xweparêziyê kir.

Li aliyê din pisporekî tendirustiyê da xuyakirin, Tirkiye bi yekê Tîrmehê re hemû bergiriyên Korona rakirin û di cejnê de jî hatûçûn gelek zêde bû, ji ber vê egera pêla çaremîn a Koronayê zêde bûye