WHO belavbûna pêla çarem a Koronayê li Rojhilata Navîn ragihand

Ofîsa Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ya li Rojhilata Navîn ragihand; cûreya Delta ya vîrusa Koronayê bûye sedema bilindbûna hejmara pêketiyan li Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ya li Rojhilata Navîn ragihand; cûreya Delta ya vîrusa Koronayê bûye sedema bilindbûna hejmara pêketiyan li Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê.

Rêveberê Ofîsa WHO Ehmed Munzirî ragihand; piraniya pêketiyên ku bo nexweşxaneyê têne veguhestin, vaksîna Koronayê wernegirtine û niha nîşaneyên belavbûna pêla çarem a vê vîrusê li herêmê tê dîtin.

Ehmed Munzirî diyar kir ku ji 22 welatên li Rojhilata Navîn, pêketina bi cûreya Delta ya vê vîrusê li 15 welatan hatiye tomarkirin, ev jî bûye sedema bilindbûna hejmara pêketî û miriyan li herêmê.

WHO eşkere dike ku di nava 30 rojên dawî de, li gor meha borî, hejmara pêketiyan li Rojhilata Navîn bi rêjeya %55 bilind bûye, amarên mirinê jî bi rêjeya %15 zêde bûye.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) destnîşan kiriye ku li hemû wan welatan pirsgirêka kêmbûna butlên oksîjenê û cihên nexweşan heye.