Li Tirkiyê 124 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 124 kesan jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 124 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 26 hezar û 597 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 14 hezar û 954 kes baş bûne