Hesen Nesrullah daxwaz kir ku Rojavayê Kurdistanê bikeve bin destê hikûmeta Sûriyê

Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah gef li Rojavayê Kurdistanê xwar.

Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah
Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah gef li Rojavayê Kurdistanê xwar û ragihand; divê ew der bikeve bin destê hikûmeta Sûriyê.

Hesen Nesrullah ku girêdayî Îranê ye, îro di gotarekê de bi tundî êrîşî Amerîkayê kir û ragihand; Amerîka li Iraq û Sûriyê dagîrker e û divê ji wan welatan derkeve.

Bi gotina serokê Hizbullahê, Amerîka ji bo perçekirina Sûriyê li wî welatî ye û nefta Sûriyê didize û derbasî Iraqê dike.

Hesen Nesrullah gef li Roavayê Kurdistanê jî xwar û got, divê deverên bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bikevin bin destê hikûmeta Sûriyê. 

Fly Erbil Advertisment