Serok Barzanî û Konsulê Brîtanya hilbijartinên Iraqê guuftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 13.09.2021 pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî di erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Brîtanya li Hewlêrê xwast û her wiha spasî Brîtanya kir ku di şerê DAIŞî de piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne.
Her di vê hevdîtinê de Konsulê Giştiyê Brîtanya tekez li ser berdewamiya palpiştiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û xwazyarê berfirehtirbûna peywendiyan û pêşxistina hemahengiya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê li warên cûr bi cûr de bû.
Hilbijartinên Cotmehê bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du alî hêviya ewe xwestin ku hilbijartinên paşerojê ya Iraqê bibê sedema guhertineke erênî û pêkanîna xwestên welatiyan.