Li Serê Kaniyê serkirdeyekî El Qaîdeyê hat kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand; firokeyeke bêfirokevan a Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî El Qaîdeyê kire armanc.

Firokeyeke bêfirokevan, wêne: arşîv
Firokeyeke bêfirokevan, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyekî berê yê El Qaîde û DAIŞê ligel du pasevanên  pê re di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de li Serê Kaniyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand; firokeyeke bêfirokevan a Hevpeymaniya Navdewletî li gundê Edwaniye yê li Serê Kaniyê, Ebû Hemze Şihêl  damezirênerê Bereya El Nusra kiriye armanc, di encamê de Ebû Hemze Şihêl ligel du pasevanên xwe hatin kuştin.

Ebû Hemze Şihêl yek ji damezirênerên Bereya El Nusra ye ku rêxistineke ser bi El Qaîde ye û piştre  ev serkirde tevlî rêzên rêxistina DAIŞê bûye û piştî dagirkirina Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve tevlî rêzên grûpa bi navê Ehrar El Şerqiye bibû û bi dehan kes li ser destê wî li wê navçeyê hatine kuştin.