Serokwezîr Mesrûr Barzanî alîkarî şand dayîka ku 6 zarok anîn dinyayê
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji bo lêpirsîna rewşa tendirustiya wan û gihandina alîkariya Serokwezîr, serdana wê dayîka ku duh 6 zarok anîn dinyayê, kir.
Hewlêr (24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand; bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji bo lêpirsîna rewşa tendirustiya wan û gihandina alîkariya Serokwezîr, serdana wê dayîka ku duh 6 zarok anîn dinyayê, kir.
Parêzgariyê eşkere kir; piştî ku li medyayê hat ragihandin jinekê li Hewlêrê şeş zarok anîne dinyayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Hewlêrê erkdar kir ku serdana nexweşxaneyê bike.
Herwiha diyar kir ku bi navê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li bavê wan zarokan kir û hêviya silametiyê ji bo dayîk û zarokan xwest û alîkariya Serokwezîr radestî malbatê kir.
Parêzgarê Hewlêrê di konferansa rojnamevaniyê de ragihand: “Bi îzna Xwedê temenê wan 6 zarokan dirêj bibe. Em destxweşî li rêveber û bijîşk û hemû karmendên Nexweşxaneya Jidayîkbûnê ya Hewlêrê dikin.”
Duh roja sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li ser rûpela Bijîşkên Kurdistanê hat belavkirin ku Ragihandina Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya Hewlêrê diyar kiriye; li Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya Hewlêrê dayîkekê bi carekê 6 zarok anîne dinyayê û ew 6 zarok bi awayekî siruştî û bi 24-25 hefteyî jidayîk bûne û 5 kur û keçek e.
Hat diyarkirin ku ji ber zû jidayîkbûnê û kêmbûna kêşa wan, zarok niha di bin çavdêriya hûr de ne.