Li Amerîkayê di Cejna Pîrhebokan de 12 kes hatin kuştin

Ji eyaleta California heta eyaleta Florida li cihên cuda cuda yên Amerîkayê di pîrozbahiyên Cejna Pîrhebokan (Halloween) de 12 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji eyaleta California heta eyaleta Florida, li cihên cuda cuda yên Amerîkayê di pîrozbahiyên Cejna Pîrhebokan (Halloween) de 12 kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.

Li gor malperên CNN û Arşîva Tundiya Çekdarî ku li ser bûyerên çekdarî yên li Amerîkayê zanyarî belav dike ragihand; ji eyaleta California heta eyaleta Florida, li cihên cuda cuda yên Amerîkayê di pîrozbahiyên Cejna Pîrhebokan (Halloween) de êrîşên çekdarî rûdan û di encama êrîşan de 12 kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.

Herwiha ragihandine ku di sala 2021ê de li seranserê Amerîkayê 599 êrîşên bi vî rengî yên çekdarî rûdane û ev hejmar di sala 2020an de 611, di sala 2019an de jî 417 bû.

Fly Erbil Advertisment