'DAIŞê li deverên Kurdistanî çend şaneyên xwe çalak kirine'
Li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê di van çend rojan de liv û tevgerên çekdarên DAIŞê zêde bûne.

Hewlêr (K24) – Li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê di van çend rojan de liv û tevgerên çekdarên DAIŞê zêde bûne û hêzên Pêşmerge jî ji bo bersivdana her kiryareke çekdaran, ketine amadebaşiyê. Fermandarekî Pêşmerge diyar dike ku DAIŞê çend şaneyên xwe çalak kirine.
Fermandarê Lîwaya Sê ya Piyade Dilêr Şikûr ragihand; ji bo rêgirtina li tevgerên DAIŞê û kiryarên wê yê terorê, hêzên Pêşmerge amadekariyên bêkêmasî kirine, da ku bersiv bidin her êrîşeke ku ji aliyê DAIŞê ve were encamdan.
Kurdistan24 çû devereke valahiya ewlehiyê ya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê, ku bûye cihê liv û xweveşartinê yê terorîstan.
Fermandarê Fewca Sê yê li Germesêr Ehmed Mihemed diyar kir ku ji ber lipeyçûna berdewam a liv û tevgerên DAIŞê, zanyarî gihiştine wan ku DAIŞê çendîn şaneyên xwe yên razayî çalak kirine û li hinek deveran jî cihên emîrên xwe guhertine.
Bûye çend meh, çekdarên DAIŞê li deverên Kurdistanî, xwe rêk xistine û bi awayekî nîvco, rojane êrîşên terorîstî encam didin, ji bo armanckirinê jî ti cudahî naxin navbera hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqê û xelkê sivîlê.
Yekane çareseriya ku ji bo kotrolkirina wan deveran û tijîkirina valahiya ewlehiyê tê dîtin, pêkanîna lîwayên hevbeş e di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de, tevî biryara pêkanîna lîwayên hevbeş hatiye dayîn û bi çavdêriya Hevpeymaniya Navdewletî mekanîzmayek hatiye danîn jî, hikûmeta Iraqê li ser vê mijarê xemsar e.