Mesrûr Barzanî Pêşangeh û Konferansa Çandiniyê û Berhemên Ajelan li Hewlêrê vedike
Yekemîn Pêşangeh û Konferansa Çandiniyê û Berhemên Ajelan li bajarê Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Mijdara 2021ê, yekemîn Pêşangeh û Konferansa Çandiniyê û Berhemên Ajelan li bajarê Hewlêrê vedike.
Pêşangeh û Konferansa Çandiniyê û Berhemên Ajelan bi serperiştiya Wezareta Çandiniyê ya Federalî û Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê birêvebirin.