Mesrûr Barzanî: Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê berdewam bibe, dê berhemên navxweyî ji bo bazarên derve jî bêne şandin

Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê ji bo pêşxistina sektora çandiniyê girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hevahengiya bi Hikûmeta Federalî re, dibe destpêkek ji bo pêşxistina sektora çandiniyê li Herêm û Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bibe, dê berhemên navxweyî ji bo bazarên derve jî bêne şandin.

Ev daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro di merasîma vekirina yekemîn Pêşangeh û Konferansa Çandiniyê û Berhemên Ajelan li bajarê Hewlêrê de hat.

Pêşangeh û Konferansa Çandiniyê û Berhemên Ajelan bi serperiştiya Wezareta Çandiniyê ya Federalî û Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê birêvebirin.

Mesrûr Barzanî got jî: Ev pêşangeh, destpêkeke girîng e ji bo pêşxistina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê û li ser astê tevahiya Iraqê.

Herwiha got: “Ji vir ve, me daxwaz kiriye ku rê ji bo şandina berhemên Kurdistanê bo deverên din ên Iraqê bê xweşkirin. Di heman demê de me hewl da di hemû serdanên xwe yên li derveyî welat de bazareke biyanî ji bo berhemên navxweyî dirust bikin.”

Herwiha diyar kir, ev pêşangeh, beşek ji ecindeya Hikûmeta Kurdistanê ye ku wan her dem hewl didin jêderên dahata Herêma Kurdistanê bêne berfirehkirin.