Serok Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Nîhad Barzanî peyamek sersaxiyê belav kir
Serok Mesûd Barzanî diyar kir, ji ber tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê taziye nayê danîn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Nîhad Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û ragehand, ji ber tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Koronayê taziye nayê danîn.
Serok Mesûd Barzanî Îro 03.11.2021ê peyamek serxweşiyê belav kir û ragehand: Mixabin duh 02.11.2021ê jinbirayê min Mizefer Mistefa Beg ku hevjîna Nîhad Barzanî ye, ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: Hêviya şîfa û selametiyê ji bo hemû nexwaşan dixwazim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim li miriyên hemû aliyan efû bike.
Serok Barzanî ragihand, ji ber tedbîrên rêgiriyê li belavbûna nexwaşiya Koronayê û ji ber parastina selametiya xelkê taziye nayê danîn.